Rezvan Moghadam: Têkoşîna li dijî tundiyê bêyî yasa perwerde û raformên medyayê nabe

Berdevka Kampanyaya Rawestina Cînayên Jinan Rezvan Moghadam, da zanîn ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkek civakî û mafên mirovan e û diyar kir ku pêwîstî bi reformên qanûnî û perwerdeya wekhev heye.

ŞEHLA MIHEMEDÎ

Naveda Nûçeyan – Di salên dawî de, hem di cîhana rast û hem jî di qada dîjîtal de, tundiya li dijî jinan, ji tundiya devkî û tacîza zayendî bigre heta tecawiz, kuştin û gefan her diçe berfirehtir dibe. Ev tundî dibe ku ji bingeh û faktorên cuda pêk bê û nebûna piştgiriya hiqûqî û civakî jî dibe sedema berdewamiya vê çerxê.

Di hevpeyvîna me ya bi berdevka Kampanyaya Rawestandina Cînayên Jinan ji ber Namûsê Rezvan Moghadam re, me xwest em bi hûrgilî vê mijarê lêkolîn bikin; me der barê mijarên çima tundiya li dijî jinan di civaka Îranê de hem li qadên giştî û hem jî di medyaya dîjîtal de zêde dibe. Çi faktorên civakî, çandî û hiqûqî di vê pêvajoyê de rol dilîzin û ji bo kêmkirin û nehiştina vê tundiyê çareserî çi ne. Em li ser van mijaran axivîn.

Ji ber zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan, ji kuştin û tundiya zayendî bigre heta destdirêjiya devkî û gefan, faktorên herî girîng ên ku dibin sedema vê yekê çi ne û hûn rewşa heyî ya jinan di civaka Îranê de çawa dinirxînin?

Tundiya li dijî jinan ne pirsgirêkek nû ye û bi sedsalan e di civakên cuda de heye; lê belê dijwarî û şêweyê wê bi bawerî, qanûn, kevneşopî û şert û mercên civakî yên her civakê ve girêdayî ye.

Li Îranê, zêdebûna tundiyê, bi taybetî di awayên giran ên cînayetan de di asta metirsîdar de ye. Yek ji faktora girîng jî qelsiya qanûnan û nebûna cezayên têrker e. Dema kiryar ji cezayên giran netirsin, an jî dema ku yasa bi awayekî tundiyê hêsan dikin, ev çerx berdewam dike.

Mînak, zagonên têkildarî ‘îtaetê’ dikarin ji bo kontrol, cezakirin û tundiya li dijî jinan zemînek ava bikin. Di rewşa heyî de û her wiha bi krîzên siyasî û şer re, tundiya li dijî jinan divê nebe mijara duyemîn. Kuştina jinan jî awayek ji jiyanê bêparkirin û înfazê ye. Rûbirûbûna vê yekê ne tenê berpirsiyariya hikûmetê ye, di heman demê de pêwîstî bi hişmendiya civakê jî heye.

Ez dixwazim balê bikşînim ser xalek. Li Loristanê jinên ciwan bi şantaj û weşandina wêneyên wan ên taybet tên hedefgirtin û di hinek rewşan de, li şûna ku piştgiriyê bigrin, bi xwe dibin hedefa wan sûcan.

Di rewşên wiha de çima jin dibin hedefa şantajê û çima zexta malbat û civakê li ser jinên bûne hedef zêde dibe? Weke din gelo dema ku ev zext dibe sedema întiharê divê berpirsiyariya civakî û malbatî çi be?

Tundiya dîjîtal berdewamiya heman tundiya ku di malbat û civakan de diqewime. Înternet û medyaya dîjîtal bandora tundiyê zêde dikin; peyamek heqaret an gefê  dikare di nava çend kêliyan de bigihîje bi dehan kesan.

Di civakên xwedî hişmendiya dijminê jinan û kontrolker de, hinek mêr bawer dikin ku mafê wan heye destwerdanê di têkiliyên taybet, cil û berg û hebûna civakî ya jinan de bikin. Heman reftarên ku li ser jinên di malbatên xwe de bikar tînin, li ser jinên ku nas nakin jî bi kar tînin.

Weşandina bê destûr a wêneyên taybet jî di vê çarçoveyê de ye. Mimkun e ku wêne ji bo komek sînorkirî hatibe weşandin lê kesek wê digre û belav dike. Dema ku yasa yan mekanîzmayên bi bandor ji bo çareserkirina vê tevgerê tune bin û platform bi têra xwe bersivê nedin, destê kiryar bi hêztir dibe.

Di hinek rewşan de, zexta malbatê ya li ser ‘Navê wan’ jî tundiyê zêde dike; bav, bira, an endamên din ên malbatê dikarin gefê li jinek bixwin an jî şermezar bikin, wê ber bi xwekuştinê ve bibin. Li aliyê din hinek rewş hene, kuştina jinan weke întihar pêşkêş dikin.

Pirsgirêkek din jî peyva giştî ya ‘nakokiya navmalî’ ku di ragihandina van dozan de tê bikaranîn e. Ev peyv dikare tundiya li dijî jinan veşêre. Li pişt vê sernavê dibe ku gef, weşandina wêneyan, kontrol û tundiya zêde hebe.

Yek ji pirsgirêkên ku ez dixwazim li ser biaxivim, bikaranîna peyva ‘nakokiya navmalî’ di dozên kuştin û tundiya li dijî jinan de ye. Dema ku jinek ji aliyê mêr, bav an birayê xwe ve tê kuştin an birîndarkirin, çima ev bûyer pir caran tenê wek nakokiyeke navmalî tê pêşkêşkirin?

Mixabin, bi taybetî di medyaya herêmî de, gelek cînayetên ji ber namûsê, bi sernavê ‘nakokiya malbatî’ dibin nûçe. Bikaranîna vê têgînê pirsgirêkek civakî, yasayî û siyasî vediguherîne mijareke taybet. Di encamê de berpirsiyariya hikûmet û yasayê kêm dike.

Lê piraniya vê tundiyê ji yasa û pergalên fermî tê. Mînak, hinek madeyên di Yasaya Ceza ya Îslamî de yên der barê têkiliyên jin-mêr an ‘îtaetê’ de çarçoveyek diafirînin ku tê de mêrek bawer dike mafê wî heye, jinek kontrol bike yan jî ceza bike. Ev yasa di parlamentoyê de tê erêkirin. Ji ber vê ne tenê pirsgirêkek malbatî ye, mijarek e ku bi pergala siyasî û yasayî ya welat ve girêdayî ye.

Dema mêrek ji ber ku xwişka wî bi mêrek din re hevdîtin kiriye qetil dike, ev bûyer weke ‘nakokiya malbatî’ tê binavkirin, têgîna ‘cînayeta namûsê’ û perspektîfa xwedîderketinê li hemberî jinan bi rastî tên paşguhkirin. Mêr jina malbatê weke milkê xwe dibîne û bawer dike ku erkê wî ye, wê kontrol bike û desthilatdariyê li ser bike.

Xetera rast ew e ku bi kêmkirina van kuştinan ji bo nakokiyên navmalî, berpirsiyariya hikûmetê ya ji bo pêşîgirtin û astengkirina tundiyê tê paşguhkirin. Yasayên heyî di gelek rewşan de têrê nakin û hinek sazûmanî ji bo domandina van cureyên tundiyê bi sûd in. Li aliyê din, jinên ku piştî bi salan tundiyê dibînin û parastina xwe dikin, hevjînên xwe dikujin, carna bi cezayên herî giran, heta bi cezayê darvekirinê re rû bi rû dimînin.

Gelek jinên bûne hedefa cînayetan berê rastî tundî û gefan hatine û heta ji bo rizgarkirina jiyana xwe ji rayedaran alîkarî xwestine. Tevî tomarkirina van giliyan, çima piştgiriyeke baş nedîtine û nehatine parastin. Çima gefên meran heta ku jin neyên kuştin cidî nayên girtin?

Piraniya jinên ku bûne hedefa cînayetan, berê jî gelek caran rastî gef û tundiyê hatine û di hinek rewşan de gilî jî kirine lê dadgehê wek pêwîste guh nedaye van hişyariyan. Di dozên hevberdanê de jî dadger carna jin û mêr vedixwîne lihevhatinê û jina ku destdirêjî lê hatiye kirin, li destdirêjker vedigerînin.

Di nav de Elmanya, li hinek welatên Ewropayê, yasaya parastina mesafeyê heye; ango, destûr nayê dayîn ku kiryar di nava mesafeyek diyarkirî de nêzî jina bûye hedef bibe. Ger ev dûrbûn bê binpêkirin, tedbîrên yasayî dikarin bên girtin. Lê belê li Îranê, di hinek rewşan de, heta jin jî neçar dimînin vegerin heman qada ku gefê lê hatiye xwarin an jî rastî tacîzê hatine. Ev jî dikare ji bo sûcan zemîn ava bike.

Li aliyê din, saziyên piştgiriyê yên wekî malên ewle pir kêm in. Li gelek bajaran navendên wisa tune ne û navendên kêm ên ku hene jî bi pirsgirêk û zextên curbecur re rû bi rû dimînin. Têkeliya van faktoran, ji parastina yasayî ya qels bigre heta nebûna tesîsên piştgiriyê, ji bo jinan qadek bê ewle diafirîne.

Ji bo şikandina çerxa tundiyê û afirandina qadek ewle ji bo jinan, pêwîstî bi guhertinên cidî heye. Li Îranê, yasa, medya û hinek saziyên civakî carna bi têgînên ‘rûmetê’, kontrolê li ser jinan dubare dikin û hinek fîlm û raporên medyayê jî dibin alîkar ku ev nêrîn normalîze bibe.

Ji bo pêşîgirtina li vê meylê çi guhertinên yasayî, çandî û medyayî pêwîst in? Her wiha ji ber hebûna tundiya devkî û zayendî ya li dijî jinan di medyayê û platformên dîjîtal ên li derveyî Îranê de, ev naverok çawa dikare veguhere krîzeke civakê û rolek di hilberandina tundî û têgeha rûmetê de bilîze?

Ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan nêzikatiyek berfireh hewce dike û malbat, dibistan, yasa, polîs, dadwerî û medya hemû berpirsyar in. Fêrkirina wekhevî, rêzgirtina hevbeş û jêhatiyên çareserkirina nakokiyan divê di zarokatiyê de dest pê bike. Dibistan li şûna ku klîşeyên zayendî û têgehên rûmetê ji nû ve hilberînin divê mafên mirovan û wekheviya zayendî fêr bikin.

Di warê yasayî de divê sazûmaniyên cudakar bên reformkirin û ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine, mekanîzmayeke parastinê bi lezgînî bê avakirin. Polîs û dadger divê jinên ku rastî tundiyê hatine sûcdar nekin.

Divê medya û platform tundiyê, gef û kuştina jinan normalîze nekin, an jî wan di bin sernavên weke ‘parastina rûmetê’ de rewa nekin. Naveroka tundiyê divê bi awayê cidî bê girtin û sûcdar bên cezakirin; rexnegir û çalakvanên civaka sivîl divê bi sînorkirinan neyên hedefgirtin.

Di encamê de, tundiya li dijî jinan ne mijareke taybet e, mijareke civakî û mafên mirovan e. Awayê ku medya wê nîşan dide dikare roleke di kêmkirin an jî domandina wê de bilîze.